Wezîrê Petrolê yê Iraqê: Emê hewl bidin îro hemû pirsgirêkan çareser bikin...

12 November 2023 13:06 0 dîtin
Wezîrê Petrolê yê Iraqê: Emê hewl bidin îro hemû pirsgirêkan çareser bikin...

PeyamaKurd - Wezîrê Petrolê yê Iraqê Heyan Ebdulxenî ligel şandeke bilind a Iraqê îro 12ê Mijdarê gihîşt Herêma Kurdistanê ragihand, ew ê hewl bidin hemû pirsgirêkên derbarê hinardekirina petrolê de çareser bikin.

Wezîrê Petrolê yê Iraqê beriya hevdîtinên li Herêma Kurdistanê ji rojnamevanan re axivî û got, ji bo dubare hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê, têgihîştineke wan a baş bi Herêma Kurdistanê û Tirkiyê re heye û da zanîn: “Hinardekirina petrolê ji bo Iraqê girîng e, ji ber ku bûdçeya xwe pê dabîn dike.”

Ebdulxenî diyar kir, armanca serdana şanda Wezareta Petrolê ya Iraqê bo Hewlêrê, nêzîkkirina nêrînan li ser mijara dubare destpêkirina hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê ye û wiha axivî:

“Li gorî yasaya bûdceya federalî, divê Herêma Kurdistanê rojane 400 hezar bermîl petrol radestî Wezareta Petrola Iraqê bike. Emê hewl bidin di civînên îro de, hemû pirsgirêkan çareser bikin û bi hêsanî dest bi hinardekirina petrolê bikin.”

Li ser helwesta Tirkiyeyê bo dubare hinardekirina petrola Kurdistanê jî Ebdulxenî got: “Hevtêgihîştina me bi Tirkiyê re heye, ji bo careke din petrola Herêma Kurdistanê bê hinardekirin.”