Wezîrê Petrolê yê Iraqê: Petrola Kurdistanê wê bê sandin

27 February 2025 10:43 0 dîtin
Wezîrê Petrolê yê Iraqê: Petrola Kurdistanê wê bê sandin

PeyamaKurd- Wezîrê Petrolê yê Iraqê Hayyan Abdulgani ragihand ku şirketa petrolê ya dewletê SOMO pêştir ji bo firotina petrola Herêma Kurdistanê bi şirketan re peymanên girîng çêkiriye. Li gorî ragihandinê, di qonaxa yekem de dê rojane 185 hezar bermîl petrol bê şandin.

Wezîr Hayyan Abdulgani diyar kir ku ev lihevhatin di çarçoveya qanûna bûdçeyê de hatiye kirin û ev rêxistin dê pêvajoyê hêsantir bike.

Di 2'yê Sibata 2025'an de Parlamentoya Iraqê, rêxistinên girêdayî qanûna bûdçeya giştî pejirand.

Ev rêxistina nû, bingehên berheman, veguhestin û radestkirina petrolê Herêma Kurdistanê diyar dike û demkî bihayê berhem û veguhestina bermîleke petrolê li ser 16 dolaran sabît kiriye.

Bihayê dawî dê li gorî nirxandina şirketeke şêwirmendiyê ya navneteweyî bê diyarkirin.

Wezîr Abdulgani di daxuyaniya xwe ya li televîzyona dewletê ya Iraqê de got ku dê şandina petrolê di çend rojan de dest pê bike.