Wezîrê Petrolê yê Iraqê bi rojeva petrola Kurdistanê giha Ankara
PeyamaKurd – Wezîrê petrolê yê Iraqê Hayyan Abdulgani ji bo petrola Kurdistanê ji nûh de di xeta lîmana Ceyhanê de bê îxrackirin çû Tirkiyê, payîtext Ankara.
Di Adara borî de li ser daxwaza Iraqê Oda Bazirganiya Navdewletî ya navenda wê Parîse ji ber biryarê dabû, petrola Kurdistanê ji Kerkûkê nema diçe Ceyhanê.
Ji bo îxracata petrola Kurdistanê car din destpêbike wezîrê petrolê yê Iraqê ji bo 2 rojan seredana Ankara dike. Li gor ragihandina serkonsuliya Iraqê ya Ankara:
“Di seha petrol, xaz û enerjiyê de ji bo pêşdebirina têkiliyên duqolî wê hevdîtin bibe.”
Abdulgani, ji bo petrola Kurdistanê di rêya SOMO de ji nûh de îxacê Ceyhanê bibe û ji bo bi Tirkiyê re li hev bikin, bi wezîrê petrolê û çavkaniyên enerjiyê yê Tirkiyê bi Alparslan Bayraktar re dicive.
Ajansa Reutersê jî ragihand ku wê ji bo dozên tazmînata Tirkiyê û dozên din yên li dijî Tirkiyê vekirine wê bi Tirkiyê re hevdîtin bike. Rêvebirekî wezareta petrolê ya Iraqê jî gotiye:
“Wezîrê me ji bo îxracata petrolê ji nûh de destpêbike, astengiyên li ortê hene û pirsgirêkên li ber îxracatê hene çareser bike li Tirkiyê ye. Tazmîna bi miqdarê 1,5 mîlyar dolarî ku Iraqê li dijî Tirkiyê vekiriye hêj dewam dike.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin