Wezîrê petrolê yê Iraqê: Ji bo îxracata petrola Kurdistanê em li alternatîvan digerin

05 June 2023 21:59 0 dîtin
Wezîrê petrolê yê Iraqê: Ji bo îxracata petrola Kurdistanê em li alternatîvan digerin

PeyamaKurd – Bernamegerê tora medyayê yê Rûdawê Nwêner Fatih li ser îxracata petrola Herêma Kurdistanê bi wezîrê petrolê yê Iraqê bi Hayyan Abdulganî re li ser mijara şandina petrola Kurdistanê axifî. Abdulganî got ku ew bi wezareta Kurdistanê ya çavkaniyên xwezayî re li ser planekî alternatîf hevdîtinan dikin. Abdulganî got:

“Peymanên bi terefên ku petrola Kurdistanê bikirin temam bûne. Bihayê petrolê wê li gor bihayê şîrketa petrolê ya Iraqê (SOMO) be, wê li gor bihayê dinyayê be û ti guherîn tê de nebe. Ji bo petrol here lîmana Ceyhanê, me ji Tirkiyê re bi fermî got ku em amade ne petrolê bişînin. Ji bo petrola Kurdistanê îxrac bibe, em bende ne ku heyetekî ji Tirkiyê seredana Iraqê bike.”

Wezîrê petrolê yê Iraqê got ku wezîfe dane komîsyonekî da li peymanên petrola Kurdistanê binêrin û biryarê bidin. Wezîr got ku li ser bihayê benzîna nav welat axifîne, li her derê Iraqê benzîn 450 Dînare û em dixwazin li seranserê Iraqê bihayê lîtra benzînê ev be. Li ser mijarê, wê paşî daxwuyaniya wezîr bi raya giştî re bê parvekirin.