Wezîrê Petrolê yê Iraqê li ser petrola Kurdistanê daxuyanî da
PeyamaKurd – Wezîrê Petrolê yê Iraqê Hayan Ebdulxenî diyar kir:
“Iraq dê di saetên pêş de ragihîne ku dê destpêkê bi rêya Rêxistina Bazirganiyê ya Petrolê ya Herêma Kurdistanê (SOMO) dest bi hinartina 185 hezar bermîlên petrolê bi rêya bendera Ceyhanê ya Tirkiyê bike û ev yek gav bi gav dê were zêdekirin heta ku bigihîje kapasîteya ku di budceya giştî ya federal de hatiye diyarkirin.”
Wezareta Petrolê ya Iraqê jî her weha anî zimên:
“Wezîrê petrolê yê Iraqê Hayan Evdilxenî ji bo kontrolkirina pêvajoya girêdana boriya gazê dê biçe Bendera Xors Zubeyrê” û tekez dike ku Iraq dê di saetên pêş de destpêkirina hinartina petrola Herêma Kurdistanê ragihîne.
Li gorî daxuyaniyê Şirketa SOMOyê dê bi rêya Bendera Ceyhanê ya Tirkiyê petrolê hinartinê bike.
Wezareta Petrolê diyar kir:
“Di destpêkê de 185 hezar bermîl petrol dê were hinardekirin û ev kapasîteya dê gav bi gav were zêdekirin heta ku bigihîje kapasîteya ku di budceya giştî ya federal de hatiye diyarkirin.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin