Cîgirê Wezîrê Derve yê Tirkiyê li Hewlêrê: Hinartina petrolê di rojevê de ye
PeyamaKurd – Cîgirê Wezîrê Derve yê Tirkiyê Ayşe Berris Ekinci û şanda pê re ji bo pêwendiyên fermî gihîştin Herêma Kurdistanê. Tê çaverêkirin ku şanda han bi rayedarên Herêma Kurdistanê re derbarê enerjî û hinartina petrolê de gotûbêjan bike.
Li gorî agahiyên ku hatine bidestxistin, Alîkara Wezîrê Karên Derve ya Tirkiyeyê Ayşe Berrîs Ekîncî, Balyozê Tirkiyeyê yê li Bexdayê Anil Bora Înan û rayedarên Wezareta Karên Derve li gel wan e.
Li gorî daxuyaniya Fermangeha Pêwendiyên Derve ya Herêma Kurdistanê, şanda mêvan li Balafirxaneya Navdewletiya Hewlêrê ji aliyê Cîgirê Berpirsê Fermangeha Pêwendiyên Derve ya Herêma Kurdistanê Daban Şadil, berpirsê pêwendiyên ligel Tirkiyê li Wezareta Derve ya Herêma Kurdistanê Hoşeng Ehmed û Cîgirê Wezareta Çavkaniyên Sirûştî Ehmed Muftî ve hat pêşwazîkirin.
Ji nû ve îxracata petrolê di rojevê de ye
Hate diyarkirin ku di hevdîtinên fermî yên ku wê şanda Tirkiyeyê bi rayedarên Herêma Kurdistanê re pêk bîne de vegerandina hinartina petrolê û hevkariya enerjiyê wê di rêza herî pêş de be.
Ji aliyê din ve hat ragihandin ku şanda Wezareta Petrola Iraqê wê sibê serdana Hewlêrê bike û ligel aliyan gotûbêjan bike.
Wezîrê Petrolê yê Iraqê Hayyan Ebdulxenî pêştir di daxuyaniyekê de gotibû, sibe şandeke Wezareta Petrola Iraqê wê serdana Herêma Kurdistanê bike û li ser mekanîzmaya kirîna petrolê û proseya hinartina petrolê ji herêmê gotûbêj bike.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin