Serdana Wezîrê Derve yê Tirkiyê Hakan Fîdan bo Bexda û Hewlêrê
PeyamaKurd – Berdevkê Wezareta Derve ya Iraqê Ehmed Sehaf ragihand, Wezîrê Derve yê Tirkiyê Fîdan dê îro serdana Bexdayê bike
Ehmed Sehaf diyar kir, Hakan Fîdan dê bi Serokomarê Iraqê Letîf Reşîd, Serokwezîr Mihemed Şîa Sûdanî, Serokê Parlamentoyê Mihemed Helbûsî û Wezîrê Karên Derve Fuad Husên re hevdîtinan pêk bîne.
Di daxuyaniya Wezareta Derve ya Tirkiyê de hat ragihandin, Fîdan wê di 22-24ê Tebaxê de bi serdaneke fermî serdana Iraq û Herêma Kurdistanê bike.
Di daxuyaniyê de hat ragihandin, Fîdan di çarçoveya serdana xwe de wê li Hewlêr û Bexdayê jî di asta bilind de peywendiyan bike û ev daxuyanî hatin dayîn:
"Di vê serdanê de dê li ser esasê bernameyeke erênî di hemû waran de hevkariyên me yên bi Iraqê re zêdetir pêşde bibin. Di derbarê geşedanên herêmî û navneteweyî de dê nêrînên xwe biguherînin."
Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Pêşewa Hewramanî li ser hesabê xwe yê Facebookê eşkere kir, Wezîrê Derve yê Tirkiyê Hakan Fîdan dê serdana Herêma Kurdistanê bike.
Pêşewa Hewramanî amaje bi wê yekê jî kir, di serdana xwe ya bo Herêma Kurdistanê de, Hakan Fîdan dê ligel Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bicive û got, "Di vê hefteyê de Wezîrê Derve yê Tirkiyê dê serdana Iraq û Herêma Kurdistanê bike û ligel Serokwezîrê Herêma Kurdistanê bicive. Wezîrê Herêma Kurdistanê.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin