Cîgirê wezîrê karên derve yê Tirkiyê Nuh Yilmaz bi Geir Pedersen re hevdîtinekî kir
PeyamaKurd – Cîgirê wezîrê karên derve yê Tirkiyê Nuh Yılmaz bi nûnerê taybet yê sekreterê giştî yê Neteweyên yekgirtî yê ji Sûriyê berpirs bi Geir Pedersen re li New Yorkê hatin cem hev.
Her dû teref li ser xebatên şareseriya pirsgirêka siyasî ya Sûriyê û behsa girîngiya civîna Komîta Destîra Sûriyê kirin. Ragihandin ji aliyê wezareta karên derve ya Tirkiyê de hat kirin. Wezaret weha got:
“Cîgirê wezîrê me Nuh Yılmaz bi nûnerê taybet yê sekreterê giştî yê NY yê ji Sûriyê berpirs bi Geir Pedersen re li bajarê New Yorkê hatin cem hev. Di hevdîtinê de li ser bingeha biryara Konseya Ewlehiyê ya NY ya jimare 2254 de, xebatên çareseriya li Sûriyê û behsa girîngiya civîna ji nûh de ya Komîta Destûrê ya Sûriyê kirin.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin