Wezîrê Parastinê yê Hollandayê Brekelmans li Hewlêrê ye

23 December 2024 12:01 0 dîtin
Wezîrê Parastinê yê Hollandayê Brekelmans li Hewlêrê ye

PeyamaKurd – Wezîrê Parastinê yê Hollandayê Ruben Brekelmans ji bo hin hevdîtinan pêk bîne hat Hewlêrê. Wezîrê Berevaniya Holandayê Ruben Brekelmans, ku balafira wî di saet 10:00an de li Balafirxaneya Navdewletî ya Hewlêrê danî, ji aliyê Wezîrê Pêşmerge Şoriş Îsmaîl û hejmarek berpirs ve hat pêşwazîkirin.

Tê çaverêkirin ku wezîrê mêhvan bi Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Wezareta Pêşmerge re bicive.

Çavkaniyeke nêzîkî Wezareta Pêşmerge di daxuyaniyekê de ragihand, îro Wezîrê Berevaniya Holandayê Ruben Brekelmans tê Herêma Kurdistanê, tê çaverêkirin ku di saetên pêş de balafira wî bigihê Balafirxaneya Navdewletî ya Hewlêrê. Wezîrê Parastinê yê Hollandayê wê ji aliyê Wezîrê Pêşmerge Şoriş Mistefa ve were pêşwazîkirin."

Li gorî daxuyaniya Wezareta Pêşmerge, wê çaksazkirin û reformên di nava Wezareta Pêşmerge de û berdewamkirina alîkariyên Hollandayê ji bo Pêşmerge bên rojevê.

Wezîrê Parastinê yê Holandayê Ruben Brekelmans jî di çarçoveya serdana xwe ya bo Herêma Kurdistanê de wê serdana leşker û şêwirmendên welatê xwe bike.