Serokwezîrê Iraqê: Em hewl didin bi rizamendiya Kurdan çareser bikin

09 February 2023 13:59 0 dîtin
Serokwezîrê Iraqê: Em hewl didin bi rizamendiya Kurdan çareser bikin

PeyamaKurd – Serokwezîrê Iraqê Şîa Sûdanî diyar kir, ji bo çareserkirina pirsgirêkên di navbera Hewlêr û Bexdayê de dixebitin.

Sûdanî da zanîn, bi rizamendiya Kurdan wê ji bo çareserkirina pirsgirêka petrolê û rewşa ewlehiyê ya li ser sînorê Iraq û Îranê bixebitin.

Herwiha got, ew ji bo çareserkirina pirsgirêkên di navbera Hewlêr û Bexdayê de kar dikin.

Sûdanî derbarê mijara petrolê û rewşa sînorên Iraq û Îranê de jî got, "Em ê di demeke nêz de li Bexdayê peymanê îmze bikin û bi razîbûna Kurdan van pirsgirêkan çareser bikin."

Di dawiyê de, “DAIŞ nikare bibe xeter. Ji ber ku hêza wan a kontrolkirina axê tune û hêzên Iraqî dikarin rûbirûyê wan bibin."