Serokwezîrê Iraqê, derbasî Hewlêrê bû
PeyamaKurd- Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî, di çarçoveya hevdîtinên fermî de îro derbasî paytexta Herêma Kurdistanê Hewlêrê bû. Sûdanî, li firokxaneyê, ji aliyê Serokwezîr Barzanî ve hat pêşwazîkirin.
Li gorî agahiyên hatin ragihandin, Mihemed Şiya Sûdanî, di serdana xwe ya Hewlêrê de ji aliyê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ve hat pêşwazîkirin û ji bo hevdîtinên fermî dê proseyên civînê werin cîbicîkirin.
Hat diyarkirin ku Sûdanî dê îro ligel Serok Mesûd Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bicive.
Tê payîn ku piştî hevdîtinên ligel serkirdeyên Herêma Kurdistanê, Sûdanî ji bo beşdariya foruma li Zanîngeha Amerîkî, berbasî Silêmaniyê bibe.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin