Ji bo penaberên Kurd ên li Îtalyayê noqî avê bûn tîmeke sopandinê hate avakirin

19 June 2024 14:05 0 dîtin
Ji bo penaberên Kurd ên li Îtalyayê noqî avê bûn tîmeke sopandinê hate avakirin

PeyamaKurd - Bi fermana Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, ji bo şopandina penaberên Kurd ên ku di keştiya ku li peravên Îtalyayê binav bû de winda bûne, tîmeke şopandinê hate erkdarkirin.

Di daxuyaniya Ofîsa Pêwendiyên Derve ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê de hate gotin ku “Me bi xemgînî agahiya vê dawiyê ya li peravên Îtalyayê keştiyeke koçberan binav bûye û di keştiyê de gelek welatiyên Herêma Kurdistanê hebûne bihîste. Li gor agahiyên hatine ber destê me, hinek ji wan welatiyan hatine rizgarkirin, lê belê çarenûsa yên din ne diyar e.”

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku ji ber vê bûyerê  li ser rênmaya Serokwezîr Mesrûr Barzanî, Fermangeha Pêwendiyên Derve ligel aliyên pêwendîdar û Nûnertiya Herêma Kurdistanê li Îtalyayê di pêwendiyê de ye.

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku ji bo ji nêz ve şopandina rewşa welatiyên Herêma Kurdistanê, bi tîmeke şopger re navendeke operasyonê hatiye avakirin.

Di daxuyaniyê de her wiha hate gotin ku hin xizmên qurbaniyan jî bi Ofîsa Têkiliyên Derve re ketine têkiliyê û daxwaza alîkariyê kirine.