Wezîrê bergiriyê yê Îtalyayê giha Hewlêr a payîtexta Herêma Kurdistanê
PeyamaKurd - Wezîrê bergiriyê yê Îtalyayê Guido Crosetto ji bo hevdîtinên fermî bike giha Hewlêr a Herêma Kurdistanê. Wezîrê Îtalyayê seet di 19.00an de giha balafirgeha navdewletî ya Hewlêrê û ji aliyê wezîrê Pêşmerge yê Herêma Kurdistanê Şoreş Îsmaîl û rayedaran ve hat pêşwazîkirin.
Wezîrê bergiriyê yê Îtalyayê Guido Crosetto, li Bexdayê bi serokwezîrê Iraqê Muhammed Şiya es-Sudani re hevdîtin kiribû û paşî çû Kurdistanê payîtext Hewlêrê.
Li gor agahiyan; wê wezîrê Îtalyayê li Hewlêrê bi wezîrê Pêşmerge bi Şoreş Îsmaîl re, bi serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî re, bi serokerkanê Kurdistanê bi general Îsa Uzeyr re hevdîtinan bike
Wezîrê mêvan di sala borî de di meha Gulanê de seredana Erbîlê kiribû. Ji bilî rayedarên Kurdistanê, wê wezîrê Îtalyayê seredana hêzên Îtalyayê yên li Kurdistanê bike.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin