Wezîrê bergiriyê yê Îtalyayê seredana Hewlêrê dike
PeyamaKurd- Wezîrê bergiriyê yê Îtalyayê Lorenzo Guerini bo seredaneka fermî giha payîtexta herêma Kurdistanê Hewlêrê. Vê êvarê wezîrê Îtalyayê û heyeta pêre gihan balafirgeha Hewlêrê.
Heyet ji aliyê wezîrê Pêşmerge yê herêma Kurdistanê Şoreş Îsmîl û berpirsê pêwendiyên derve yê Herêma Kurdistanê Sefîn Dizeyî de hatin pêşwazîkirin.
Guerini wê di çarçoveya seredana xwe de bi rêvebirên Kurdistanê re bicive.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin