Wezîrê bergiriyê yê Tirkiyê Yasar Güler seredana konsolosê Erbîlê yê Tirkiyê kir

07 February 2024 23:26 0 dîtin
Wezîrê bergiriyê yê Tirkiyê Yasar Güler seredana konsolosê Erbîlê yê Tirkiyê kir

PeyamaKurd – Wezîrê berevaniyê yê Tirkiyê di çarçoveya seredana xwe ya Iraqê û Kurdistanê de seredana konsulxaneya Tirkiyê ya payîtexta herêma Kurdistanê ya Erbîlê kir.

Bi Güler re serokerkanê Tirkiyê Orgeneral Metin Gürak û heyeta wî heye. Li Erbîlê di derbarê xebatên konsulxaneya Erbîlê ya Tirkiyê de agahiyan sitend û serkeftina wan xwest. Wezareta berevaniyê ya Tirkiyê (MSB) di daxwuyaniya xwe de weha got:

“Wezîrê berevaniyê Yaşar Güler, serokerkanê Tirkiyê Orgeneral Metin Gürak û heyet abi wan re çûn Iraqê û seredana konsulxaneya Tirkiyê ya Erbîlê kir, di babeta xebatên wan de agahiyan sitendin û serkeftina wan xwestin.”