Qubad Talabanî û wezîrê bergiriyê yê Tirkiyê Yasar Güler hevdîtinekî kirin

07 February 2024 22:57 0 dîtin
Qubad Talabanî û wezîrê bergiriyê yê Tirkiyê Yasar Güler hevdîtinekî kirin

PeyamaKurd – Cîgirê serokwezîrê Herêma Kurdistanê Qubad Talabanî û wezîrê berevaniyê yê Tirkiyê Yaşar Güler li Erbîlê hevdîtinekî kirin. Her dû teref li ser pêşdeçûnên herêmê û têkiliyên Tirkiyê yên bi Iraqê û Herêma Kurdistanê re axifîn. Li ser hevdîtinê wezareta bergiriyê ya Tirkiyê got:

“Wezîrê bergiriyê Yaşar Güler, pê re serokerkan Orgeneral Metin Gürak û heyeta wan li Erbîlê têkiliyên xwe dewam dikin. Wezîr Yaşar Güler, bi cîgirê serokwezîrê herêma Kurdistanê (IKBY) Qubad Talabanî re hevdîtinekî kir.”

Baregeha Qubad Talabanî di mijarê de ragihand ku di hevdîtinê de li ser mijara seferên balafiran yên ji Tirkiyê-Balafirgeha Silêmaniyê axifîne. Demekiye ku seferên Tirkiyê-Silêmaniyê rawestiyane.

Di hevdîtinê de ji bo pêşdebirina têkiliyên navbera Tirkiyê-Herêma Kurdistanê axifîne, her du teref li ser parastina îstîqrarê û rêzgirtina ji bo desthilata Herêma Kurdistanê û Tirkiyê rawestiyane.