Wezîrê bergiriyê yê Tirkiyê ji Bexdayê çû Herêma Kurdistanê
PeyamaKurd – Wezîrê bergiriyê yê Tirkiyê Yaşar Güler hevdîtinên xwe yên li Bexdayê temam kir û bi balafirekî taybet çû payîtexta Kurdistanê Erbîlê. Bi Güler re serokerkanê Tirkiyê Orgeneral Metin Gürak û kesên din hene.
Güler û heyeta pê re li balafirgeha navdewletî ya Erbîlê ji aliyê wezîrê Pêşmerge Sami Şoreş û berpirsê karên derve yê serokatiya Herêma Kurdistanê Sefîn Dizeyî de hatin pêşwazîkirin.
Güler, wê di çarçova seredana xwe ya Herêma Kurdistanê de bi rêvebirên Kurdistanê re hevdîtinan bike.
Güler, îro serê siba li Bexdayê bi serokkomarê Iraqê Latif Reşîd re, bi serokwezîrê Iraqê Muhammed Şiya Es-Sudani, bi wezîrê bergiriyê yê Iraqê Sabit Muhammed Said Riza Al Abbasi, bi wezîrê karên hundir yê Iraqê bi Abdulemir Kamil Şammari û musteşarê ewlehiya netewî yê Iraqê Qasım Araci re hevdîninan kiribû.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin