Wezîrên Tirkiyê li Bexdayê besdarî Lûtkeya Ewlekariyê dibin

13 March 2024 17:39 0 dîtin
Wezîrên Tirkiyê li Bexdayê besdarî Lûtkeya Ewlekariyê dibin

PeyamaKurd - Wezîrên Derve û Berevaniyê û Serokê Îstixbarata Tirkiyê (MÎT) yên Tirkiyeyê ji bo beşdarî Lûtkeya Ewlekariya Iraq-Tirkiye bibin, sibe Pêncşemê serdana Iraqê dikin.

Berdevkê Wezareta Derve ya Tirkiyeyê ragihand, Wezîrê Derve Hakan Fîdan,  Wezîrê Berevaniyê Yaşar Guler û Serokê Saziya Îstixbaratê (MÎT) Îbrahîm Kalin, ji bo Lûtkeya Ewlekariya Iraq-Tirkiye ya 14ê Adarê tê lidarxistin bibin, serdana Bexdayê dikin.

Hate diyarkirin ku mijarên sereke yên civînê ewlekarî û hevkariyên leşkerî ne û di civînên berê de Iraq û Tirkiyeyê PKK wek gefeke hevbeş binav kiribûn û ew dixwazin ji vê helwesta Iraqê bêhtir sûdê werbigrin.

Berdevkê Wezareta Derveya Tirkiyê da zanîn, mijara destpekirina hinardekirina petrolê jî dê were gotûbêjkirin û herwiha wê bingeha serdana Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan a meha Nîsanê jî di vê serdanê de bê danîn.