Mîrê Kwêtê û serokkomarên her du welatên cîran besdarî Lûtkeya Bexdayê nabin

28 August 2021 16:03 0 dîtin
Mîrê Kwêtê û serokkomarên her du welatên cîran besdarî Lûtkeya Bexdayê nabin

PeyamaKurd – Mîrê Kwêtê û serokkomarên her du welatên cîran, beşdarî Kongreya Lûtkeya Bexdayê nabin.

Kongreya Lûtkeya Bexdayê ji bo Hevkarî û Hevbeşiyê, îro roja Şemiyê 28.08.2021ê bi hemahengiya Fransayê destpê kir.

Her çend Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan û Serokkomarê Îranê Îbrahîm Reîsî û Mîrê Kwêtê Newaf Ehmed Sabah, ji bo kongreye vexwendibû jî ew her sê beşdarî kongreyê nebûn.

Wezîrê Karên Derve yê Îranê û Tirkiyê û Serokwezîrê Kwêtê beşdariyê di lûtkeyê de dikin.

Di lûtkeyê de serok, şah û mîr û nûnerên welatên cîranên Iraqê û Serokê Fransayê û nûnerê Amerîka û nûnerê Neteweyên Yekgirtî beşdar in û biryare gotûbêjê derbarê pirsên Iraqê û Rojhilata Navîn gotûbêj bikin.

Heta niha ews kesên beşdarî kongreye bûne wiha ne:

 

- Emmanuel Macron, Serokkomarê Fransayê

- Şah Ebdullah, Şahê Urdinê

- Temîm bin Hemed al Sanî, Mîrê Qeterê

-Mihemed Bin Raşid, Cîgirê Serokê Îmaratê

- Ebdulfetah Sîsî, Serokkomarê Misirê

- Şêx Sebah Xalîd Hemed, Serokwezîrê Kwêtê

- Nayif Hecref, Sekreterê Giştî yê Alîkariya Kendavê

- Husên Ebdullahiyan, Wezîrê Derve yê Komara Îslamî ya Îranê

- Mewlud Çawişoglu, Wezîrê Derve yê Tirkiyê