‘Welatên cîran naxwazin hinardeya Petrola Kurdistanê dest pê bike’

29 May 2024 16:28 0 dîtin
‘Welatên cîran naxwazin hinardeya Petrola Kurdistanê dest pê bike’

PeyamaKurd - Cîgirê Serokê Lijneya Petrol û Gazê ya Parlamentoya Iraqê li ser hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê Nehro Rewandizî got ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji Hikûmeta Iraqê re diyar kiriye ku ji bo lihevkirinê amade ne, lê bi şertê ku mafê kompaniyan bê dabînkirin.

Nehro Rewandizî daye zanîn ku ji 25ê Adarê ve di navbera şandenên Iraq û Kurdistanê de li ser mijara hinardekirina petrolê hevdîtin didomin û wiha pê de çû:

“Me wekî Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji Hikûmeta Iraqê re diyar kiriye ku em ji bo lihevkirinê berhev in lê bi şertekî ku mafê kompaniyan bê dabînkirin. Hikûmeta Iraqê ji me re got bi kompaniyan re rûnin û bi wan re li hev bikin lê ew bi xwe nehatin”.

Rewandizî diyar kir, “Li dû lihevkirina OPECê, divê Iraq her roj sê milyon û 500 hezar bermîlên petrolê hinarde bike. Eger Iraq petrola Herêma Kurdistanê hinarde bike, divê hinardekirina petrola Besreyê kêm bike”.

Nehro Rewandizî eşkere kir, “Bi nerîna min, welatên cîran naxwazin Herêma Kurdistanê ber bi zêdetir çespandinê biçe, lewma li ser wê yekê kar dikin ku ew mijar bê lengkirin û bi ti awayan hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê neyê destpêkirin”.