Rûnistina Parlamena Iraqê ya ji bo budçe û hinardeya Petrola Kurdistanê hate pasxistin

05 December 2024 19:00 0 dîtin
Rûnistina Parlamena Iraqê ya ji bo budçe û hinardeya Petrola Kurdistanê hate pasxistin

PeyamaKurd – Parlamentoya Iraqê, îro 5ê li ser mijarên sererastkirina qanûna budçeyê û hin mijarên din ku hinardeya Petrola Kurdistanê bo derve jî hebû, civiya.

Hate ragihandin ku rûniştina Civata Nûnerên Iraqê ya ji bo edilandina projeqanûna budçeyê û hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê ji bo roja Şemiyê hate paşxistin.

Hate diyarkirin ku benda sêyemîn a rûniştina Civata Nûnerên Iraqê girêdayî edilandina qanûna budçeya gitî ya sê salên Iraqê bû, ku li pey lihevkirina Hikûmeta Iraqê û Hikûmeta Herêma Kurdistanê bû.

Edilandina qanûnê jî li ser daxwaza Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî bû, ji bo ku dest bi hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê bê kirin û dahata giştî ya Iraqê bê zêdetirkirin û mûçeyên mûçexurên Herêma Kurdistanê jî bên dabînkirin.

Li gorî zanyariyan, hejmareke endamên Civata Nûnrên Iraqê yên Şîe û Sune li hev kir ku rê nedin careke din petrola Herêma Kurdistanê bê hinardekirin, lewma jî ev bend ji rûniştina Civata Nûneran hat derxistin. Fraksiyonên Kurdistanî rûniştin boykot kirin û rûniştina Civata Nûneran ji bo roja Şemiyê hate paşxistin.