Berdevkê Hikûmeta Iraqê: Em pabendî xalên qanûna budçeyê ne

24 January 2025 10:28 0 dîtin
Berdevkê Hikûmeta Iraqê: Em pabendî xalên qanûna budçeyê ne

PeyamaKurd – Berdevkê Hikûmeta Iraqê Avadî di bersiva daxuyaniya Hikûmeta Herêma Kurdistanê de ragihand, ku hikûmet pabendî guhertinên parlamentoyê yên derbarê qanûna budçeyê de ye. Avadî got: “Em tekezî li ser giringiya pabendbûna Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi xalên yasaya budçeya federalî dikin.”

Berdevkê Hikûmeta Iraqê Basim Avadî di daxuyaniyeke nivîskî de ragihand, hikûmet pabendî şefafiyet û agahdarkirina welatiyan di derbarê karê xwe de ye û erkên xwe yên di çarçoveya bernameya hikûmetê de cîbicî kirine, bi taybetî jî derbarê budçeyê de ku bingeha sereke ya cîbicîkirina erkên xwe ye.”

Avadî got: “Nûnerê hikûmetê li parlamentoyê tekezî li ser wê yekê kir, ku pêwîst nake guhertinên zêdetir di yasaya budçeyê de bên kirin ku berovajî metnên civata wezîran bin, em naveroka daxuyaniya Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê red dikin û matmayîna xwe li hember îdiaya ku nûnerê hikûmeta federal li Meclîsê rê li ber guhertina madeya prosedurên vegerandina hinardekirina petrolê girtiye, nîşan didin."

Ji aliyê din ve di daxuyaniya îro ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê de hat destnîşankirin ku ji bo destpêkirina hinartina petrola Herêma Kurdistanê gelek civîn û hewldan hatin kirin lê di kêliya dawî de dev ji vê yekê berda.

Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: "Em zanin ku nûnerê hikûmeta federal bêyî ku bi Hikûmeta Herêma Kurdistanê re bişêwire û di Encûmena Wezîran a Federal de bê dengkirin pêşniyareke yekalî pêşkêşî parlamentoyê kiriye. Ev pêşniyar berovajî biryara Encûmena Wezîran a amadekirina projeyasaya budçeyê ya derbarê destpêkirina hinartina petrolê ji herêmê ye."