Etwanî: Hikûmeta Iraqê pabendî radestkirina mûçeyan e

26 September 2024 18:03 0 dîtin
Etwanî: Hikûmeta Iraqê pabendî radestkirina mûçeyan e

PeyamaKurd - Serokê Lijneya Darayî ya Civata Nûnerên Iraqê Etwan Etwanî, îro 26ê Îlonê li Hewlêrê civîneke rojnamevanî li dar xist û got: “Hikûmeta Federalî pabendî radestkirina mûçeyan e, li dû wan madeyên ku di budçeyê de hatine. Herwiha Lijneya Darayî ya Civata Nûnerên Iraqê li ser lidûçûna vê mijarê rijd dibe.”

Etwan Etwanî diyar kir: “Niyeteke rastgo û paqij ji aliyê Hikûmeta Herêma Kurdistanê ve li ser danûstandinan û gihîştina xalên hevpar ji bo çareserkrina tevaya pirsgirêkan heye.”

Serokê Lijneya Darayî ya Civata Nûnerên Iraqê da zanîn: “Me bi berpirsên Hikûmeta Herêma Kurdistanê re behsa pirsên petrol, damezrandin, peredarkirin ji bo damezrandinê û dahatên negirêdayî petrolê kir.”

Etwanî got: “Em bi Hikûmeta Herêma Kurdistanê re li ser çareserkirina arîşeyan rijd in, nûnerên Herêma Kurdistanê tekez li ser nêzîkbûna nerînan û gihîştina xalên hevpar kir.”

Serokê Lijneya Darayî, li ser pêvajoya bankkirina mûçexuran jî wiha axivî: “Hêviya me ye bankkirina mûçexuran temam bibe, ew rêjeya niha hatiye tomarkirin bi awayekî temam û durist e û divê mûçeyên hemû mûçexuran bên bankkirin.”

Etwanî, di derheqê mûçeyan de jî ragihand: “Hikûmeta Federalî pabendî radestkirina mûçeyan e, li dû wan madeyên ku di budçeyê de hatine, herwiha Lijneya Darayî ya Civata Nûnerên Iraqê li ser lidûçûna vê mijarê rijd dibe.”

Etwan Etwanî dawiyê got: “Çavê me li wê yekê ye ku îsal sala yekalîkirina xalên duberekiya navbera Hewlêr û Bexdayê be.. Em geşbîn in û em dixwazin sala 2025ê sala hevpariyê be di hemû tiştan de, herwiha em dixwazin sala peredarkirina dahatan be.”