Hikûmeta Iraqê û aliyên Sîe li ser radestkirina 3 tohmetbarên hewla kustina Kazimî li hev kirin

09 November 2021 12:00 0 dîtin
Hikûmeta Iraqê û aliyên Sîe li ser radestkirina 3 tohmetbarên hewla kustina Kazimî li hev kirin

PeyamaKurd – Hikûmeta Iraqê û aliyên Şîe, di derbarê radestkirina 3 kesên ku destê wan di hewla kuştina Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî de hebûye, li hev kirin.

Serokatiya Komara Iraqê, Serokatiya Hikûmeta Iraqê û Serokatiya Encumena Dadweriyê ya Iraqê, do li ser hewla kuştina Serokê Hikûmeta Iraqê Mistefa Kazimî û aloziyên Iraqê civiyan.

Li gorî zanyariyan, di civînê de li ser wê yekê rêkeftin hat kirin ku hikûmet kesên teqe li xwepêşandana Heşda Şeibî ya li ber Herêma Kesk ya Bexdayê dadgehî bike û aliyên Şîe jî 3 kesên ku destê wan di êrîşa mala Kazimî de hebûye, teslîmî hikûmetê bikin.

Zanyarî didin zanîn, ew sê kesên ku biryar e teslîmî hikûmetê bên kirin, girêdayî komeke Heşda Şeibî ne.