Hikûmeta Kurdistanê bang li aliyên siyasî yên Iraqê kir...

06 September 2023 19:35 0 dîtin
Hikûmeta Kurdistanê bang li aliyên siyasî yên Iraqê kir...

PeyamaKurd - Encûmena Wezîran a Hikûmeta Herêma Kurdistanê, îro Çarşemê bi seroktiya Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û amadebûna Cîgirê Serokwezîr Qubad Talebanî civiya.

Di madeya yekem a civînê de pêşhatên dawî yên di warê cîbicîkirina yasaya bûdçeya federalî û rewşa mûçeyên Herêma Kurdistanê û encamên civîna dawî ya şanda danûstandinan a Hikûmeta Herêma Kurdistanê li gel hevtayên xwe yên li Bexdayê hatin gotûbêjkirin. 

Encûmena Wezîran bi tundî êrîşa ser Kurdên Kerkûkê şermezar kir ku li hember welatiyên sivîl ên Kerkûkê hatine kirin, ku bi awayekî gelek aştiyane xwepêşandana xwe dikirin û nerazîbûna xwe li hember wê zilma ku li welatiyên Kurd ên Kerkûkê têne kirin, nîşan didan, lê belê mixabin bi teqekirin û rijandina xwînê bersiva wan hat dayîn.

Encûmena Wezîran daxwaz ji Hikûmeta Federal û aliyên pêwendîdar kir ku ewên çek bi kar anîn ji bo rûbirûbûna xwepêşanderan û bûn sedema şehîdkirina welatiyên sivîl ên li Kerkûkê, divê bi demildest rêkarên yasayî derbarê wan de werin kirin û radestî dadgehê werin kirin, da ku bigihin cezayê xwe.

Di xala duyemîn a civînê de jî protokolên hevpar ên Wezareta Şaredarî û Geştiyaryê, Desteya Giştî ya Geştiyariyê û Wezareta Darayî û Aborî hatin pêşkêşkirin.

Herwiha di civînê de, ji bo mafdarbûn û pabendbûna Herêma Kurdistanê bi peyman û destûra Iraqê were nîşandan, bangewazî li hêzên siyasî yên Iraqê hate kirin ku civînekê saz bikin.