Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan a Iraqê bang li aliyên siyasî kir

10 October 2024 15:58 0 dîtin
Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan a Iraqê bang li aliyên siyasî kir

PeyamaKurd – Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan a Iraqê bang li aliyên siyasî, hevpeymanî û namzedên beşdar ên pêvajoya hilbijartinan kir ku piştevaniya xebatên komîsyonê bikin û beşdarî serkeftina hilbijartinan bibin.

Di daxuyaniya nivîskî ya ku 10ê Cotmeha 2024an  de ku ji aliyê Komisyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinê ve hat weşandin, hat diyarkirin ku heta encamên dawîn neyê eşkerekirin, divê fikrên tundiyê yên wekî kîn, heqaret û zirara li hemberî namzedan û partiyên hevrik neyê kirin.

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku ji bo gihandina gilî û îtîrazan û pêşîgirtina li bertekên di navbera hevrikan de divê tedbîrên qanûnî bên girtin û hat destnîşankirin ku gilî û îtîrazên ku hatine kirin dê li gorî rêgez û mekanîzmayên ku ji hêla saziyê ve hatine destnîşan kirin bi rengekî herî bêalî û serbixwe werin nirxandin.

Her wiha hate gotin ku: “Komîsyon bang dike li hevkarên pêvajoya hilbijartinê, hilbijêr, hevbendî, partiyên siyasî, namzet, çavdêr, rojnamevan û hemû kesên ku bi xebatên hilbijartinê re eleqedar in ku piştgiriyê bidin xebatên komîsyonê û tev li  hewldanên wê yên ji bo organîzekirin û pêkanîna hilbijartinên azad, adil û şefaf û pêbawer bibin.”

Di dawiya daxuyaniyê de hat gotin ku “Em hêvîdar in ku ev encamên hilbijartinê ji bo gelê me yê Herêma Kurdistana Iraqê ji bo siberojeke ewle û dewlemend bibin gaveke rast.”