Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan a Iraqê lîsteya hilbijartinan pesend kir

01 November 2023 13:53 0 dîtin
Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan a Iraqê lîsteya hilbijartinan pesend kir

PeyamaKurd – Di demekê de ku Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan a Iraqê lîsteya dawî ya namzedên hilbijartinên encumenên parêzgehan pesend kir, lê Hikûmeta Iraqê ji komîsyonê xwest ku bi awayekî herî baş kar bike.

Komîsyonê lîsteya 5 hezar û 915 namzetên hilbijartinên encumenên parêzgehan pejirand.

Encumena Wezîran a Iraqê diyar kir, di civîna do de amadekariyên hilbijartinên encumenên parêzgehê bi dawî bûne û ragihand, kampanya hilbijartinên encûmenên parêzgehan dê 1ê Mijdara 2023an destpê bike.

Berdevka Komisyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan a Iraqê Cumana Galayî di daxuyaniya xwe ya 22ê Îlona 2023an de ragihandibû ku Desteya Komîseran dema kampanyaya hilbijartinên encumenên parêzgehê diyar nekiriye û ji bo vê jî komîteyeke taybet a çavdêriyê hatiye avakirin.

Galai diyar kir, wê komîsyon agahiyên namzedên qeydên xwe nûve bikin kontrol bike û got, heta qonaxa dawî ya kontrolê wê namzed fermî neyên dîtin.

Berdevk Galai da zanîn, serlêdana ti namzetan nehatiye betalkirin û di rewşeke wiha de wê 3 roj dem ji partiyên siyasî û tifaqan re bê dayîn ku li dijî biryara Desteya Komîseriyê nerazî bin.

Tê çaverêkirin ku hilbijartinên encumenên parêzgehên Iraqê di 18ê Kanûna 2023an de bi beşdariya zêdetirî 23 milyon dengderan (ji bilî parêzgehên Herêma Kurdistanê) werin lidarxistin.