"Em bang li aliyên siyasî yên Herêma Kurdistanê dikin ku di zûtirîn demê de hikûmetê ava bikin.”
PeyamaKurd – Balyoza Amerîka li Iraqê Alina Romanowski bang li aliyên siyasî yên Herêma Kurdistanê kir ku di zûtirîn demê de hikûmetê ava bikin.
Balyoz Alina Romanowski doh, li ser hesabê xwe yê medyaya civakî X (Berê Twitter) postek parve kir.
Romanowski di peyama xwe de amaje bi wê yekê jî kir ku îro bi awayekî cuda ligel Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî civiyan û got, em bang li aliyên siyasî yên Herêma Kurdistanê dikin ku di zûtirîn demê de hikûmetê ava bikin. wî got.
Balyozê Amerîka li Iraqê Romanowski jî spasiya hemwelatiyên Herêma Kurdistanê kir ku bi sîstema demokratîk ve girêdayî ne.
Doh Sêşemê 29.10.2024 Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwaziya Balyozê Amerîka li Iraqê Romanowski kir.
Di hevdîtinê de ku behsa hilbijartinên Parlementoya Kurdistanê û encamên wan hate kirin, Balyozê Kurdistanê Alina Romanowski bi boneya serkeftina hilbijartinan pîrozbayî li Serok Barzanî kir û ragihand ku prose di rewşeke rêkûpêk, asayî û aştiyane de birêve çû û beşdarbûn jî gelek bilind bû.
Her du aliyan giringiya destpêkirina proseya pêkanîna kabîneya nû ya hikûmetê jî ragihandin û divê aliyên siyasî yên Herêma Kurdistanê di vê mijarê de bi têgihîştinê bin.
Di hevdîtinê de hewlên ji bo ji nû ve destpêkirina hinartina petrolê û girîngiya çareserkirina pirsgirêkên ku di proseya hinardekirinê de derketine hatin gotûbêjkirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin