Îro bi serokatiya Serokê Herêma Kurdistanê aliyên siyasî dicivin
PeyamaKurd – Îro bi serokatiya Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, aliyên siyasî yên Herêma Kurdistanê dicivin.
Ev civîna bilind e duyem car tê lidarxistin ji bo gotûbêjkirina hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê.
Li gor zanyariyan, civîna îro bi serokatiya Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û kesên yekem ên aliyan û bi beşdariya nûnera taybet a Netewên Yekbûyî li Iraqê Jeanine Hennis-Plasschaert birêve diçe.
Herwiha di derbarê navaroka civînê de jî hat eşkerekirin, ji bo gotûbêjkirina biryara dawî li ser encamdan an jî paşxistina hilbijartina Parlamentoya Kurdistanê û rêkeftina aliyên siyasî ji bo pirsa nûjenkirina yasaya hilbijartinan û çalakkirina Komîsyona Hilbijartinan e.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin