Serokatiya Parlamentoyê bi Serokê Herêma Kurdistanê re civiya

15 September 2019 16:49 0 dîtin
Serokatiya Parlamentoyê bi Serokê Herêma Kurdistanê re civiya

PeyamaKurd - Desteya Serokatiya Parlementoya Kurdistanê îro piştî nîvro bi Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî re civiya.

Desteya Serokayetîya Perlemantoya Kurdistanê ku pêk hatibû ji Seroka Parlementoya Iraqê Dr. Rêwaz Fayiq, Cîgirê Serokê Parlementoya Kurdistanê Hêmin Hewramî, Sekretera Parlementoya Kurdistanê Mûna Nebî Qehweçî, serdana Nêçîrvan Barzanî kirin. Di civînê da çend pirsên siyasî û yasayî taybet bi Herêma Kurdistanê û li ser asta navxwe û Iraqê hatin gotûbêjkirin.

Di civînê de behsa amadekariyên nivîsîna destûreke nû hat kirin û tekezî li ser wê yekê hatiye kirin ku destûreke serdemiyan e gelpesend li ser binemaya hebûna yekdengiya nîştîmanî û rêzgirtin li mafê hemû pêkhateyan û binemayên mafê mirov û demukrasîyê pêdawîstiyeke serdemê ye.

Di berdewamiya civînê da bihêzkirina hemahengî di navbera Serokayetîya Herêma Kurdistanê û Serokayetiya Perlemantoyê bo piştivanîkirina diyalogeke di navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Iraqê hat gotûbêjkirin

Herwiha behsa wê yekê hatiye kirin ku rewşa siyasî ya Herêma Kurdistanê û geşedanên siyasî yên herêmê diyalog, hemahengî û danûstendina her sê serokatiyên Herêma Kurdistanê ferz dike.

Di civînê de aliyan behsa proseya çaksaziyê jî kirin û tekezî li ser rakirina rêgiriyên proseya çareseriyê jî kirin.