Aliyên siyasî yên Herêma Kurdistanê di nava hefteyê de dest bi gera sêyem a gotûbêjan dikin
PeyamaKurd – Aliyên siyasî yên Herêma Kurdistanê di nava vê hefteyê de careke din bi amadebûna Nûnera Neteweyên Yekbûyî Jeanine Hennis-Plasschaert dicive.
Berpirsê Jûra Hilbijartinan a Tevgera Goran Karzan Gerdî eşkere kiriye: “Di nava vê hefteyê de aliyên siyasî li Serokatiya Herêma Kurdistanê bi amadebûna Nûnera Neteweyên Yekbûyî dest bi gera sêyem a gotûbêjan dikin.”
Karzan Gerdî diyar kir: “Heta niha negihiştine rêkeftinê, lê belê hevfêmkirin heye.”
Hêjayî bibîrxistinê ye, roja 9ê Hezîrana 2022yan, duyem civîna aliyên siyasî bi serperiştiya Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Nûnera Neteweyên Yekbûyî ya li Iraqê Jeanine Hennis-Plasschaert re birêve çû.
Civîna duyem a aliyên siyasî, ev mijar li xwe digre:
1- Dema hilbijartinan
2- Aktîvkirina komîsyonê
3- Sererastkirina yasaya hilbijartinan ji aliyê yek bazneyî û fire bazneyî
4- Paqijkirina lîsteya tomara dengderan.
Ev civîn jî berdewama civîna 26ê Gulanê bû ku li baregeha Neteweyên Yekbûyî ya li Hewlêrê, di navbera Jeanine Hennis-Plasschaert û partiyên Kurdistanî de birêve çû.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin