Civîna dezgehên hilbijartinê yên aliyên siyasî yên Herêma Kurdistanê destpê kir

21 June 2022 13:02 0 dîtin
Civîna dezgehên hilbijartinê yên aliyên siyasî yên Herêma Kurdistanê destpê kir

PeyamaKurd – Li Serokatiya Herêma Kurdistanê, îro dezgehên hilbijartinê yên aliyên siyasî, civînekê li dar dixin.

Li gor zanyariyan, niha civîna dezgehên hilbijartinê yên aliyên siyasî yên Herêma Kurdistanê, li Serokatiya Herêma Kurdistanê destpê kir.

Hat zanîn, aliyên siyasî guftûgoyan derbarê sererastkirina yasaya hilbijartinê, aktîvkirina Komisyona Hilbijartinan û diyarkirina demeke nû ji bo encamdana hilbijartinê dikin.

Herwiha hat eşkerekirin, biryar e Serokatiya Herêma Kurdistanê roja 1/7/2022an dawî encamên guftûgoyên aliyan eşkere bike.