Dema bangeseya partî û aliyên siyasî ji bo hilbijartinên pêswext bi dawî bû

09 October 2021 10:15 0 dîtin
Dema bangeseya partî û aliyên siyasî ji bo hilbijartinên pêswext bi dawî bû

PeyamaKurd –  Komîsyona Bilind a Hilbijartinan a Iraqê dabû zanîn, dema bangeşeya partî û aliyên siyasî ji bo hilbijartinên pêşwext ên Iraqê bi dawî bû, her partiya ku piştî vê demê bangeşe bike, tê cezakirin.

Komîsyona Bilind a Hilbijartinan a Iraqê diyar kiribû, îro di saet 06:00ê sibehê de, bangeşeya partî û aliyên siyasî ji bo hilbijartinên pêşwext bi dawî bû û her aliyekî ku berevajî vê biryarê tevbigere, wê ji aliyê Komîsyonê ve were cezakirin.

Sibe Yekşemê 10ê Cotmeha 2021ê, wê dengdana giştî ji bo hilbijartinên gera pêncem a parlamentoyê li seranserê Iraqê birêve biçe.

Ev hilbijartin ku beriya dema xwe tê encamdan û jê re dibêjin "hilbijartinên pêşwext", ji ber nerazîbûna xelkê ji hikûmeta Iraqê tê encamdan, ku yek daxwazên xwepêşanderên Bexda û bajarên din ên Iraqê bû.

Di hilbijartina pêşwext de, 24 milyon û 299 hezar kes xwedî mafê dengdanê ne, li gor amarên herî dawî yê Komîsyona Bilind a Hilbijartinan a Iraqê, 17 milyon dengderan karta biyometrî ya dengdanê wergirtine.

Di vê hilbijartinê de 988 hezar kes li Iraqê cara yekem deng didin, ku di salên 2001, 2002, 2003an de jidayik bûne.