Ji DEM Partîyê daxuyaniya sermezarkirina êrîsa Enqerê: Dema wê watedar e!

23 October 2024 19:37 0 dîtin
Ji DEM Partîyê daxuyaniya sermezarkirina êrîsa Enqerê: Dema wê watedar e!

PeyamaKurd - Serokwekîlê Koma Partiya Aştî û Wekheviya Gelan (DEM Parti) li Parlamentoya Tirkiyeyê, Sezaî Temellî derbarê êrîşa çekdarî ya li Enqereyê de daxuyanî da û êrîş şermezar kir.

Temellî, li ser hesabê xwe yê medya civakî Xê, êrîşa Enqereyê wekî êrîşeke di demeke watedar de pêk hatiye pênase kir û wiha got:

“Em gelekî xemgîn in. Dîsa xelkê me mirin. Ez ji bo kesên mirî rehma Xwedê û ji birîndaran re jî şîfayê dixwazim. Divê ev bûyer di çarçoveya wê bûyerê de neyê nirxandin. Ev çend hefte ne li vî welatî nîqaşeke pir girîng tê meşandin. Beşek pir girîng a vê yekê dibe bersiva hêviyên civaka Tirkiyeyê. Di demeke ku civaka Tirkiyeyê dixwaze ji vî şerî û mirinan rizgar bibe de, em rastî bûyereke wiha tên. Dema wê watedar e. Provokasyon ji her aliyê ve diyar e. Ji ber vê yekê divê em bi berxwedaniya bi israr bersivê bidin hêviyên civakê yên aştiyê. Her gava ku em dereng bavêjin berdêla jiyana qurbaniyan e. Ez vê bûyerê careke din şermezar dikim.”