Ji CENTCOMê daxuyaniya êrîsa Yemenê: Armancên krîtîk hatin lêdan

22 December 2024 09:31 0 dîtin
Ji CENTCOMê daxuyaniya êrîsa Yemenê: Armancên krîtîk hatin lêdan

PeyamaKurd – Hate ragihandin ku şevê din ji aliyê balafirên şer ên Amerîka û Brîtanyayê ve êrîşeke tund li ser bajarê Sana yê Yemenê hate encamdan û xalên Hûsiyên Îran piştevaniya wan dike hatin bombebarankirin.

Fermandariya Hêzên Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM) ragihand ku armanca êrîşê dabînkirina ewlekariya hêzên hevpeymaniya Amerîka û Brîtanyayê yên li herêmê ye.

CENTCOMê diyar kir ku êrîş li dijî armancên krîtîk ên leşkerî yên Hûsiyan, wekî depoyên fuzeyên balîstîk û biryargehên leşkerî hatiye kirin.

Herwiha hate gotin ku êrîşa navborî bersivdana êrîşên Hûsîyan ên li ser heyîyên leşkerî yên Amerîkayê li herêmê hatiye kirin.

Li aliyê dih Hûsiyan jî doh bi moşekên dûravêj êrîş biribû ser Tel Avîv a Îsraîlê û 16 îsraîlî bi sivîkî birîndar bûbûn.