Ji Biden daxuyaniya êrîsa Yemenê: Em dudilî nabin, wê êrîsên bersivdanê bidomin

12 January 2024 12:17 0 dîtin
Ji Biden daxuyaniya êrîsa Yemenê: Em dudilî nabin, wê êrîsên bersivdanê bidomin

PeyamaKurd - Serokê Amerîkayê Joe Biden, piştî êrîşa ser Hûsiyên Yemenê daxuyaniyek belav kir û tê de got, êrîş bi fermana wî hatiye kirin û bersiva êrîşên Husiyan ên li Deryaya Sor e.

Joe Biden got ku wê êrîşên wan berdewam bikin û wiha pê de çû: “Dema pêwîst bû ez dudilî nabim ku li dijî Husiyan fermana çalakiyên leşkerî bidim. Êrîşên berdewam ên Husiyan ên li Deryaya Sor karmendên Amerîkayê, rêwiyên sivîl û hevpeymanên me xistine metirsiyê. Washington û hevpeymanên wê tehemûl nakin ku êrîşî karmendên me bê kirin û rê nadin dijminan ku azadiya deryayan bixin metirsiyê.”

Joe Biden bi bîr xist ku Awustralya, Behreyn, Kanada û Holanda jî di van êrîşan de piştgirî dane Brîtanya û Amerîkayê.

Rayedarên Amerîkayê ragihandin ku êrîşa derengiya şevê bi balafir, keştî û keştiyên binê avê û moşekên Tomahawkê hatiye kirin û baregehên Husiyan ên li çend bajarên cuda û 12 herêman hatine hedefgirtin.