Daxuyaniya 'Sûriye' ya Biden: Wê li Rojava bimînin?

09 December 2024 09:37 0 dîtin
Daxuyaniya 'Sûriye' ya Biden: Wê li Rojava bimînin?

PeyamaKurd – Serokê Amerîkayê Joe Biden diyar kir ku rûxandina rêveberiya Beşar Esed derfeteke dîrokî dide gelê Sûriyê ku pêşerojeke baştir ava bike.

Biden li ser geşedanên li Sûriyeyê civîneke çapemeniyê li dar xist.

Biden diyar kir ku hêzên opozîsyonê Esed hilweşandin û tê texmînkirin ku Esed li Moskowê ye û got, "Vê rejîmê bi sed hezaran Sûriyeyiyên bêguneh mehkûmî hovîtiyê kirin, îşkence kirin û kuştin."

Biden wiha nirxand, "Rûxîna rejîma Sûriyeyê ji bo gelê Sûriyeyê firsendeke dîrokî ye. Ji gelê Sûriyeyê yê ku bi salan e êş û azarê dikişîne, derfetê dide ku pêşerojeke baştir ava bikin."

Biden amaje bi wê yekê jî kir ku metirsî û nezelaliyeke mezin jî heye û got, Amerîka wê ligel hevkarên xwe tevbigerin û alîkariyê bidin Sûriyê ku derfetê bikar bînin û metirsiyê ji holê rakin.

"Piştgiriya Esed têk çû"

Biden got: "Bi salan piştgirên sereke yên Esed Îran, Hizbullah û Rûsya bûn, lê di hefteya dawî de piştgirî têk çû, ji ber ku her sê di rewşek pir lawaztir de ne ji dema ku min dest bi kar kir."

Biden diyar kir ku Îran ji ber êrîşên DYA û Îsraîlê qels bûye û Rûsya jî ji ber helwesta tund a Ûkraynayê qels bûye û got, hêza van welatan nîne ku piştgiriyê bidin rejîma Esad a tirsnak.

Biden diyar kir ku rêveberiya wî ev 4 sal in li hemberî Sûriyeyê helwesteke prensîb girtiye û li dijî rêveberiya Esad bernameyeke berfireh a cezayan pêk aniye.

Biden amaje bi wê yekê jî kir ku hebûna leşkerî ya Amerîka li Sûriyê "ji bo şerê DAIŞê û parastina hevkarên herêmê" heye, herwiha got, wan rê daye Îsraîlê ku hêza leşkerî li dijî tora Îranê li Sûriyê bikar bîne.

Biden got, "Em niha dibînin ku hem ji bo gelê Sûriyê hem jî ji bo tevahiya herêmê derfetên nû derdikevin holê."

"Amerîka wê parastina aramî û personelên li rojhilatê Sûriyeyê bidomîne"

Biden bal kişand ser wê yekê ku Amerîka wê berdewam be li ser piştgirîkirina cîranên Sûriyê, Urdun, Lubnan, Iraq û Israîl jî di nav wan de ye, Biden diyar kir ku ew ê berpirsên xwe yên pilebilind jî bişînin herêmê.

Biden destnîşan kir ku ew ê li rojhilatê Sûriyeyê îstiqrar û personelên Amerîkayê biparêzin û destnîşan kir ku li dijî DAIŞê jî wê wezîfeya xwe dewam bike.

Biden bal kişand ser wê yekê ku ew ê ti carî rê nedin ku DAIŞ bi sûdwergirtina ji valahiyê careke din bibe desthilatdar û got, Amerîka îro li Sûriyê êrişek bi armanc li dijî DAIŞê pêk anî.

Biden bal kişand ser wê yekê ku "hovîtiya" malbata Esed a ku bi salan e berdewam dike bi dawî bûye, lê dîsa jî pêwîst e hişyar be, Biden got ku hin komên opozîsyonê "qeydên wan ên terorîstî" hene.

Biden diyar kir ku wan daxuyaniyên serokên komên muxalîf ên mijara gotinê nirxandiye û got, "Ew ji bo niha rastiyê dibêjin, lê ji ber ku ew bêtir berpirsiyariyê digirin, em ê ne tenê gotin, lê her weha kiryarên van kesan jî bişopînin."