Daxuyaniya Pûtîn li ser Hewlêr, Sûriye û Rojava
PeyamaKurd – Serokê Dewleta Rûsyayê Vladimîr Pûtîn diyar kir, ew dixwazin di pêşxistina têkiliyên navbera Sûriye û Rojava de tevkariyê bikin û got, "Em amade ne ku ji bo avakirina baweriyê di navbera hikûmeta navendî ya Sûriyeyê û Kurdên li rojhilatê welêt de tevkariyê bikin."
Pûtîn di civîna Klûba Valday a Navneteweyî ya ku li Soçiyê hat lidarxistin de pirsên li ser mijarên aktuel bersivand.
Pûtîn eşkere kir, ew parçeyek ji pêvajoya aştiyê ya li Sûriyeyê ne û di bin çavdêriya Neteweyên Yekbûyî de pêvajoyê dimeşînin û wiha got: “Em nikarin aliyekî bi yê din biguherînin, tenê em dikarin rê li ber avakirina Sûriyeyê vekin, jîngeheke diyalogê ji bo hemû aliyan. Di rastiyê de hemû alî piştgiriya vê rêyê dikin. Em dikarin wek garantorek ji bo peymana di navbera wan de, di nav de hevkarên me yên din ên di pêvajoyê de beşdar in."
"Em amade ne ku tevkariyê bikin"
Pûtîn têkildarî têkiliyên di navbera hikûmeta Sûriyeyê û rêveberiya Rojava de jî got, "Em amade ne ji bo avakirina baweriyê di navbera hikûmeta navendî ya Sûriyeyê û Kurdên li rojhilatê Sûriyeyê de cih bigirin. Ev pêvajo pêvajoyeke aloz e. Ez hewl didim li vir pir bi baldarî biaxivim ji ber ku her peyv girîng e."
"Hewldanên avakirina nîvdewletê wê ti encamên erênî nede"
Bê guman, hê gelek tişt hene ku bêne kirin. Bi dîtina min, destwerdanên derve yên niha û hewldanên avakirina nîvdewletekê ji bo armancên xwe, wê ti encamên erênî nede. Jicîhûwarkirina êlên Ereb ên ku di demên borî de li hin deveran bi cih bûne ji bo avakirina vê hema-dewletê pirsgirêkek tevlihev e û tenê wê şer dirêj bike.
Têkiliyên Hewlêr û Bexdayê
Pûtîn di derbarê nakokiyên navbera Hewlêr û Bexdayê de jî got, “Pêwendiyên me yên pir baş li gel Iraqê hene û em pêşwazî li serdana serokwezîrê Iraqê bo Rûsyayê dikin.
Rast e em di gelek warên hevpar de dixebitin, bi taybetî enerjiyê, lê qadeke din jî heye ku ji aboriyê girîngtir e, ew jî lojîstîkî ye. Ez ê li ser vê mijarê bi berfirehî neçim. Lê em dizanin ku gelek vebijark hene ku hemî ji me re guncav in, ji bo pêşxistina zincîra lojîstîk, veguhestin û rêyên bi rêya Iraqê re."
Putin got:
"Serokwezîr tê vir û em kêfxweş in ku em bi wî re van hemû mijaran gotûbêj dikin, di nav wan de asayîşa navçeyî û ewlekariya navxweyî ya Iraqê. Me bi dehan salan piştgirî da têkiliyên bihêz û pêbawer bi Iraqê re.
Li wir gelek hevalên me hene û em aramiya vî welatî dixwazin. Em di wê baweriyê de ne ku li ser esasê vê îstiqrarê di warê aborî û civakî de pêşketin çêbibin.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin