Erdogan bersiva daxuyaniya Biden a Rojava da: Di navbera me de kêseya ewlehiyê heye!
PeyamaKurd – Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan, di Foruma 4emîn a Aborî ya Tirkiye-Afrîkayê de ku li Stenbolê hate lidarxistin axaftinek kir û bersiva daxuyaniya Serokê Amerîkayê Joe Biden a derbarê êrîşên Tirkiyê yên ser Rojavayê Kurdistanê de da.
Biden ragihandibû ku êrîşên Tirkiyê rê li ber têkoşîna dijî DAIŞê digirin û herwiha dibin sedema mirina sivîlan û gotibû, ew erka hêzên Amerîkî yên li Sûriyê ji ber berjewendiyên hesas ên ewlekariyê salek din dirêj dikin.
Erdogan li ser daxuyaniya Amerîkayê got, “Daxuyaniya navborî, li dijî rûhê hevpeymanîbûnê û şirîkatiya stratejîk e û cesaretê dide rêxistinên terorê yên li Sûriyeyê çalak in.”
Herwiha Erdogan, li ser xistina SÎHA ya Tirkiyê ji aliyê Amerîkayê ve li Rojavayê Kurdistanê jî diyar kir, “Gelo em bi Amerîka re hevpeyman in, belê. SÎHA ya me Amerîkayê xiste xwar, belê. Em di NATOyê de çawa bihevre ne, çawa tiştekî wiha dikî? Di navbera me de kêşeya ewlehiyê heye.”
Li ser êrîşên berdewam bi ser Rojavayê Kurdistanê de jî Erdogan got ku PKK û peyrewên wê ji bo ewlehiya netewî ya Tirkiyeyê gefê çêdikin û loma jî wê operasyonên wan dewam bikin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin