Îngilîstanê bersiva daxuyaniya Erdogan a li ser 'Yemenê' da
PeyamaKurd – Ofîsa Serokwezîrtiyê ya li Îngilîstanê bersiv da gotinên Serokomarê Tirkiyeyê Erdogan ên derbarê êrîşa Amerîka û Îngilistanê ya li hedefên Hûsiyan û wiha got: "Ev bikaranîna hêzeke bê hevseng e. Dixwazin Deryaya Sor bikin xwîngerm."
Di daxuyaniya xwe de Ofîsa Serokwezîrê Îngilîstanê îşaret bi xala 51emîn a Peymana Neteweyên Yekbûyî kir û diyar kir ku mafê 'xweparastinê' hatiye bikaranîn.
Di xala 51. de tê gotin, “Tiştek di vê peymanê de dê zirarê nede mafê cewherî yê endamekî Neteweyên Yekbûyî ji bo xweparastina takekesî an komî, ger ku armanca êrîşeke çekdarî be, heya ku Encumena Ewlekariyê tedbîrên pêwîst ji bo parastina aştî û ewlehiya navdewletî negire.”
Erdogan çi gotibû?
Erdogan pirsa êrîşa Îngiltere û Amerîkayê ya li dijî Yemenê wiha bersivand.
"Berî her tiştî tevgereke lihevhatî nîne. Yanî ev hemû bikaranîna hêzeke bê hevseng e. Niha Amerîka hêzeke bê hevseng bikar tîne, Îsraîl jî li Filistînê bi kar tîne."

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin