Daxuyaniya Qesra Spî ya li ser hevdîtina Biden-Erdogan!
PeyamaKurd – Qesra Spî derbarê hevdîtina Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan û Serokê Amerîkayê Joe Biden a di çarçoveya Lûtkeya NATOyê ya li Vilniusê da hat kirin de daxuyaniyeke nivîskî parve kir.
Qesra Spî piştî hevdîtina Erdogan û Biden daxuyanî da.
Di daxuyanîya ku hat belavkirin de derbarê mijarê de wiha hat gotin: "Biden ji ber peymana ku bi Serokwezîrê Swêdê Ulf Kristersson û Sekreterê Giştî yê NATOyê Jens Stoltenberg re ji bo şandina Protokola Tevlêbûna NATOyê ya Swêdê ji TBMMyê re çêkiribû, Serokomar Erdogan pîroz kir."
Hat zanîn ku Erdogan û Biden hevdîtina dawî ya şêwirê ya di çarçoveya Mekanîzmaya Stratejîk a Amerîka-Tirkiyeyê de pêşwazî kirin, hat ragihandin, serokan li ser mijarên parastin û aborî de nêrînên xwe dane hev û li ser hewldanên xurtkirina hevkariya xwe ya dualî gotûbêj kirine.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin