Daxuyaniya Qesra Spî li ser hevdîtina Erdogan û Biden
PeyamaKurd – Koşka Spî da zanîn ku di hevdîtina Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan û Serokê Amerîkayê Joe Biden de, şerê li Xezzeyê hatiye gotûbêjkirin û Biden piştgiriya xwe ji bo nêzîkbûna Tirkiyê û Yûnanistanê nîşan daye.
Qesra Spî derbarê pêwendiya telefonî ya navbera Erdogan û Serokê Amerîkayê Biden de daxuyaniyeke nivîskî da.
Li gorî daxuyaniyê, her du rêberan rewşa dawî ya li Xezzeyê ku êrîşên Îsraîlê lê berdewam in, nirxandin û li ser girîngiya zêdekirina alîkariyên mirovî ji bo herêmê û parastina sivîlên li Xezzeyê li hev kirin. Biden jî piştgiriya xwe ya ji bo Îsraîlê dubare kir.
Herwiha di hevdîtinê de girîngiya bihêzbûna Hevpeymaniya NATOyê hat destnîşankirin, Biden hêviyên xwe parve kir ku Swêd tavilê tevlî hevpeymaniyê bibe.
Di daxuyaniyê de hat gotin, "Serok Biden piştgiriya xwe ya ji bo gavên avaker ên vê dawiyê yên di navbera Tirkiye û Yûnanîstanê de nîşan da."

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin