Wê Erdogan bi Pûtîn û Biden re hevdîtinan bike

19 June 2024 19:14 0 dîtin
Wê Erdogan bi Pûtîn û Biden re hevdîtinan bike

PeyamaKurd – Hate ragihandin ku wê Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan, di lûtkeya Serokan a NATOyê de bi Serokê Amerîka Joe Biden re û di Lutkeya Hevkariya Şangay de jî bi Serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn re cuda cuda hevdîtinan bike.

Li gorî ragihandina medya Tirk, tê çaverêkirin Erdogan beşdarî Lutkeya Hevkariya Şangay a 3-4ê Tîrmehê li Astanayê tê lidarxistin bibe ku dê li wir bi Pûtîn re jî hevdîtinekê pêk bîne.

Herwiha hatiye ragihandin ku dê Erdogan di Lutkeya Serokên NATOyê ya 9-11ê Tîrmehê de jî li Brukselê bi Serokê Amerîka Biden re bicive.

Türkiye Cumhurbaşkanı Erdoğan'ın zirvelerde ABD Başkanı Biden ve Rusya Devlet Başkanı Putin ile ayrı ayrı görüşme yapması bekleniyor. 

Erdoğan, 3-4 Temmuz'da Şangay İşbirliği Örgütü zirvesine katılmak üzere Astana'ya, 9-11 Temmuz tarihleri arasında ise NATO Liderler Zirvesi için ABD'ye gidecek.

Hatiye diyarkirin ku dê hevdîtina Erdogan-Biden a Washingtonê ku hatibû taloqkirin, di çarçoveya Lutkeya NATOyê pêk were.