Bloomberg: Wê Erdogan bi Biden re bazara çekan a bi nirxê 6 milyar dolaran bike
PeyamaKurd – Ajansa Bloomberg a Amerîkî ragihandiye ku wê Serokê Amerîkayê Joe Biden di çarçoveya lutkeya G-20an de, hevdîtinekê ligel Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan re pêk bîne û biryar e Erdogan bazara kirîna çekan ji Amerîkayê bike ku niha pêwendiyên herdu aliyan nebaş in.
Hat îdiakirin ku wê Erdogan peymana bi nirxê 6 milyar dolaran kirîna çekan ji Amerîkayê bi Biden re gotûbêj bike.
Bloombegê diyar kiriye, “Wê Serokomarê Tirkiyê Erdogan ji Biden daxwaz bike destûra kirîna bi dehan balafirên şer bidin wan.”
Hêjayî gotinê ye, piştî dorpêçên Amerîkayê yên ji bo S-400ên rûsî, herî dawî Berdevkê Serokomariya Tirkiyê İbrahim Kalin ragihandiye ku ew dixwazin wekî alternatîfa betalkirina peymana F-35an ji Amerîkayê balafirên F-16 ên berê bikirin.
Çav li rê ye Erdogan û Biden di Lutkeya G-20an a 30-31ê Cotmehê de, li Romayê hev bibînin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin