Erdogan pistî pevguhertina girtiyan li Enqereyê bi Biden re axivî
PeyamaKurd – Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan bi Serokomarê Amerîkayê Joe Biden re axivî û tê de têkiliyên dualî yên di navbera Tirkiye û DYAyê de, mijara Xezzeyê û pevguhertina rehîneyan a li Tirkiyeyê hat gotûbêjkirin.
Di daxuyaniya Serokatiya Daîreya Ragihandinê ya Serokomariya Tirkiyê da hat ragihandin ku Serokomar Recep Tayyîp Erdogan bi Serokê Amerîkayê Joe Biden re bi telefonê axivî.
Di axaftinê de têkiliyên dualî yên navbera Tirkiye û Amerîkayê, mijara Xezzeyê, pevguhertina rehîneyan li Tirkiyeyê, geşedanên herêmî û cîhanî hatin gotûbêjkirin.
Li gorî daxuyaniyê, Erdogan di axaftinê de diyar kir ku rêveberiya Netanyahu di her pêngavê de nîşan daye ku agirbest û aştiyê naxwaze, dîmenên li Meclisa Nûneran a Amerîkayê li Tirkiye û cîhanê bû sedema bêhêvîbûneke kûr û got: Kuştina Serokê Buroya Siyasî ya Hamasê Îsmaîl Heniyye derbeke giran li hewldanên agirbestê xist û destwerdana Îsraîlê ya li Xezzeyê jî anî ziman ku ew ji bo belavbûna agir li tevahiya herêmê dixebitin.
Tevahiya daxuyaniyê wiha ye:
“Serokê me birêz Recep Tayyîp Erdogan bi Serokê Amerîkayê Joe Biden re bi telefonê axivî.
Di hevdîtinê de têkiliyên dualî yên navbera Tirkiye û Amerîkayê, mijara Xezzeyê, pevguhertina rehîneyan li Tirkiyeyê û geşedanên herêmî û cîhanî hatin gotûbêjkirin.
Serokomar Erdogan; Rêveberiya Netanyahu di her pêngavê de nîşan da ku ew agirbest û aştiyê naxwaze, dîmenên li Meclîsa Nûneran a DYAyê li Tirkiye û cîhanê bû sedema bêhêvîbûneke kûr, qetilkirina Serokê Buroya Siyasî ya Hamasê Îsmaîl Heniyye derbeke giran lê xist. Îsraîl hewl dide ku agirê li Xezzeyê li tevahiya herêmê belav bike.
Serokomar Erdogan diyar kir ku Tirkiye ji bo ku têkiliyên Tirkiye û Amerîkayê di her warî da baş bibe çi ji destê wan tê dike û wiha dewam kir.
"Di axaftinê de Serokê DYA Biden spasiya Serokomar Erdogan kir ku ji bo pevguhertina rehîneyan baş derbas bibe."

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin