Pistî gotinên Erdogan bi demekê Serokê TUSIADê hate binçavkirin

19 February 2025 17:01 0 dîtin
Pistî gotinên Erdogan bi demekê Serokê TUSIADê hate binçavkirin

PeyamaKurd – Serokê Komeleya Pîşesazî û Karsazên Tirkiyê (TUSİAD) ku ji sedî 80yê aboriya Tirkiyê di bin banê wê de ye Orhan Turan û Serokê Desteya Rêveberiyê Omer Arif Aras hatin binçavkirin. Binçavkirina wan piştî gotara Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan a li parlamentoyê pêk hat ku bertekek tund ji wan re nîşan dabû.

Erdogan îro di gotara xwe ya koma AK Partiyê ya parlamentoyê de, li ser nirxandinên çend roj berê yên lijneya giştî ya TUSİADê derbarê xirabûna aborîyê û nebûna dadweriyê li Tirkiyeyê de, bertekek tund nîşan da. Erdogan got, “Ger hûn komeleya karsazan bin, hûnê fêr bibin çawa tevbigerin. Nabe hûn gel berdin hev û saziyên dewletê û yên darazê bixin bin fişarê.”

Piştî van gotinên Erdogan, bi çend saetan li ser lêpirsîna Serdozgeriya Stenbolê ya Komarê polîsan bi ser mala Serokê TUSİADê Orhan Turan de girt û ji bo îfadeya wî bê wergirtin hate binçavkirin. Herwiha Serokê Desteya Rêveberiya TUSIADê Mehmet Omer Arif Aras jî hate binçavkirin ku çend roj berê lêpirsîn bo daxuyaniyên wî hatibû destpêkirin.