Bulent Arinç pistî gotinên Erdogan ên ‘Agirê fitnê pêdixe’ îstifa kir
PeyamaKurd – Yek ji damezrînerê AKPê, serokê berê yê Parlamena Tirkiyê û Endamê Şêwirmediya Bilind a Serokomariyê Bulent Arinç, ji ber daxuyaniyên xwe yên derbarê reforma hiqûqê û berdana Demirtaş û Osman Kavala de li ser televizyonekê rastî bertekên tund ên deshilatdariya AKP-MHPê hatibû.
Herî dawî Serokomar Recep Tayyip Erdogan gotinên wî red kiribûn û gotibû, ‘Agirê fitnê pêdixe’ û daxuyaniyên wî serokomariyê girê nadin.
Arinç li ser daxuyaniyên Erdogan doh diyar kir ku ew gelekî bi wan gotinan êşiya ye û piştî hevdîtina ligel Serokomar Erdogan hewce bike ew dê îstifaya xwe bide.
Arinç îro li ser twitterê daxuyaniya îstifaya xwe belav kir û got, wî di bernameya televizyonê de wekî hiqûqnas û serokê berê yê parlamentoyê nêrînên xwe anîne ziman û wiha pê de çû:
“Ez gotinên wan kesên ku li dijî şexsê min kîn û nefreta xwe vedirêşin li wan vedigerînin. Eşkere ye ku pêdiviya Tirkiyê bi reformên darazê, aboriyê û yên din heye. Hewcedarî bi çaredîtina derdên miletê me û ji nû ve rehetkirina welat heye.”
Arinç got ku wî helalî ji serokomar xwestiye û îstîfaya wî jî ji aliyê Erdogan ve hatiye qebûlkirin.


Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin