Erdogan, bersiva Biden da
PeyamaKurd- Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayîp Erdogan, bersiva Serokê Amerîkayê Joe Biden da ku spasiya wî kiribû.
Erdogan di peyama xwe de got, "Em wekî Tirkiye bi dilpakî, hesta berpirsyarî û helwesteke prensîb dê piştgiriya berfirehkirina NATOyê û bihêzkirina hevpeymaniya xwe berdewam bikin.
Ez di wê baweriyê de me ku hevbendiya me bi yekdengî çareseriya hemû kêşeyên ewlehiyê, bi taybetî şerê li dijî terorê û bihêzkirina pêwendiyên di navbera hevpeymanan de dê di pêkanîna aştiya navçeyî û cîhanî de roleke mezin bilîze.
Heta ku fikarên ewlekarî yên rewa yên Tirkiyeyê û înîsiyatîvên herêmî û cîhanî yên ku li ser esasê serkeftin li ber çavan bên girtin, em ê helwesta xwe ya avaker berdewam bikin. Ji ber hestên we yên baş, piştgiriya wî ya takekesî ya ji bo tifaqê, ez spasiya cenabê Birêz Serok dikim.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin