Erdogan: Em li benda bersiva Esed in

22 September 2024 08:27 0 dîtin
Erdogan: Em li benda bersiva Esed in

PeyamaKurd - Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan ku ji bo beşdarî 79emîn Civata Giştî ya Neteweyên Yekbûyî (NY) bibe ber bi New York a Amerîkayê bi rê ket, ji rojnamevanan re axivî.

 Erdogan, bang li Serokê Sûriyê Beşar Esed kir ku ji bo hevdîtinê ew li benda bersiva wî ne.

Erdogan li ser mebesta xwe ya beşdarîkirina 79emîn Civata Giştî ya Neteweyên Yekbûyî ku 24ê Îlonê tê lidarxistin wiha axivî: “Em ê pêwîstiya bidawîkirina rakêşiya li Sûriyeyê, nearamiya herêmê û rewşa rêxistinên terorê yên li Sûriyeyê bînin ziman.Herwiha mijara ku Îsraîl ne wekî dewletê, wekî rêxistineke terorê tevdigere jî bînin ziman. Êdî rewş ne teroreke basît e, raste rast terora dewletê ye.Me gelek caran ev yek got lê bi taybetî welatên rojava bi israr naxwazin vê yekê fam bikin.

Di mijara hevdîtina ligel Sûriyeyê de jî me berê daxwaza xwe anibû ziman û em li benda bersivê ne. Em amade ne û dixwazin wekî du welatên Misilman yekîtiya xwe ava bikin.”

Di serdana New Yorkê de, ligel Erdogan hevjîna wî Emîne Erdogan, Wezîra Malbat û Xizmetên Civakî Mahînur Ozdemir Goktaş, Wezîrê Karên Derve Hakan Fîdan, Wezîrê Enerjî û Çavkaniyên Siruştî Alparslan Bayraktar, Wezîrê Xezîne û Darayiyê Mehmet Şîmşek, Wezîrê Pîşesazî û Teknolojiyê Mehmet Fatih Kacir, Wezîrê Bazirganiyê Omer Bolat, Serokê MÎTê Îbrahîm Kalin, Serokê Ragihandina Serokomariyê Fahrettin Altun, Şêwirmendê Polîtîkayên Derve û Ewlehiyê yê Serokkomar Akîf Çagatay Kiliç û hejmarek rayedarên din hene.