Ji Sûriyê bersiva nûçeya ‘Esed amade ye bi Erdogan re bicive’

15 May 2019 15:28 0 dîtin
Ji Sûriyê bersiva nûçeya ‘Esed amade ye bi Erdogan re bicive’

PeyamaKurd -  12ê Gulanê nivîskarê Rojnameya Aydinlik a Tirkiyê Mehmet Yuva di quncikê xwe de behsa civîneke Serokê Sûriyê Beşar Esed a ligel rojnamevanan kiribû û îdia kiribû ku Esed gotiye, heke li berjewendiya Sûriyê û serweriya wê be dikarin bi Erdogan re hevdîtinê bikin.

Rojnameyê jî bi manşeta “Esad: Em amade ne bi Erdogan re bicivin” weşandibû.

Ji Sûriyê derabarê wê nûçeyê de daxuyaniyek hat dayîn û hat gotin, gotinên di wan nûçeyên van demên dawî de bi navê Esed derbas dibin dûrî rastiyê ne.

Herwiha hat diyarkirin ku divê ji xeynî daxuyaniyên medya fermî ya Sûriyê îtibarê li nûçeyên din neyînin û hat gotin, “Êm wan vedixwînin ku baweriyê bi çavkaniyên ewle werînin.”

Li aliyê din nivîskarê tirk Mehmet Yuva jî xwedî li nûçeya xwe derket û got, çavkaniyên min bi ewle ne.